16 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
ERZURUM
Li herêma rojhilatê Anadoluyê nizimtirîn pileya germê li Qersê jêr sifirê 26 pile hat pîvan.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê pêşbînîkirin ku li tevahiya herêmê hewayê ewrayî û cih cihan jî pir ewrayî be, li bakurê Erzingan û Erziromê û herwiha li Erdexanê dê piştî nîvro berf bibare.
Bi şev nizimtirîn pileya germê li Qersê jêr sifirê 26 pile, li Erdexanê jêr sifirê 19 pile, li Agiriyê jêr sifirê 25 pile, li Îdirê jêr sifirê 15 pile, li Erziromê jêr sifirê 20 pile û li Erzinganê jî jêr sifirê 7 pile hat pîvan.
Dîsa tê pêşbînîkirin ku bi roj jî berztirîn pileya germê jêr sifirê li Erdexanê 13, li Erzinganê 1, li Îdirê 3, li Qersê 9, li Erziromê 7 û li Agiriyê jî 3 pile be.
Qalindahiya berfê jî li Agiriyê 70, li Erziromê 40, li Qersê 26, li Erdexanê 15 û li Îdirê jî 11 santêmêtro hat pîvan.
Peywirdaran welatî hişyar kirin da ku li berojên tîk û asê li hemberî şepeyê baldar û hişyar bin.