16 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
MALATYA
Li Meletî, Elezîz, Dêrsim, Bîngol û Adiyemanê ji ber îhtimala aşîtê welatî hatin hişyarkirin.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 13emîn a Meteorolojiyê li herêmê qalindiya berfê zêde ye, îhtimal heye ku gelek ciyên ku kendal in aşît bikeve.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji ber germbûna hewayê dibe ku li ciyên berwarî berf bihele û aşît bikeve, bi şev car caran mij bikeve û loma divê welatî ji bo cemedê baldar bin û bê tevdîr nemînin.