Türkan Tosun
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
ŞANLIURFA
Li Herran û Sêwrega navçeyên Şanliurfayê ji ber barana gur hin zevî, pire û menfez di bin avê da man, zirareke mezin çêbû.
Baranê duh dest pê kir û her ku çû zêde gur kir.
Li herêma Qerecdaxê ya di navbera Sêwreg û Diyarbekirê de zeviyan ji ber baranê zirar dît.
Serokê Odeya Ziraetê ya Sêwregê Cuma Polatoglu got zîpik û baranê zirar daye zeviyan.
Duh şev jî li taxa Alaca û li taxa Ozluyê hin zevî, pîre û menfez di bin avê de man.
Tîmên Şaredariya Mezin a Şanliurfayê li cihên ku di bin avê de mane xebat dan destpêkirin, ava ku ketiye malan vala kirin.
Waliyê Şanliurfayê Abdullah Erîn li navçeya Herranê çû taxên ku di bin avê de mane û lêkolîn kir, ji gel ra got derbasî be.