Haydar Şahin
08 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2019
ŞANLIURFA
Li Xelîliyeya navçeya navend a Şanliurfayê dizekî bi sîlahê xebatkarên şaxa bankeyê tehdîd kir û qismeke pereyê di kaseyê da hilda û revî çû.
Kesekê çekdar ê hate şaxa bankeyekê ya li Kolana Emniyetê, dest da ser debançeya wezifedarê ewlekariya taybet. Diz xebatkarên benkeyê tehdîd kir, qismeke pereyê di kaseyê da hilda û peyatî ji bankeyê revî. Diz gule berî polêsên ku dan peyî xwe da.
Ekîbên polêsan ê ku piştî bûyerê hatin şaxa bankeyê li der û dorê tevdîrên ewlehiyê hildan. Ji bo derdestkirina diz xebat dewam dikin.