Haydar Şahin
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
ŞANLIURFA
Li Siwêreka navçeya Şanliurfayê kesekê rastî êrîşa çekdarî hat birîndar bû.
Li gor agahiyên hatin sitandin, Musa Gundogdu (18) dema li kuçeyeke Taxa Qeleyê dimeşiya rastî êrîşa çekdarî hat û nayê zanîn êrîş bi destê kê hat kirin.
Birîna Gundogdu giran bû û ekîbên Serwêsa Acil a 112ê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêrekê. Piştî midaxeleya ewil birîndar sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mahmet Akîf Înan a Şanliurfayê kirin.