Önder Beyter
13 Hezîran 2018•Rojanekirin: 13 Hezîran 2018
ANKARA
Doza êrîşa terorê ya ku di 10ê Cotmeha 2015an da ji aliyê rêxistina terorê DEAŞê li paytext Enqereyê li ber gara trênê hatibû kirin û di encamê da 100 kes hatibûn kuştin, seba danîşîna biryarê hat taloqkirin. Herwiha di çarçoveya dozê da 36 berşik tên darizandin.
Di danîşana li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 4emîn da parêzerên gilîdaran li hemberî mitaleaya dozgerê komarê beyana xwe anîn ziman.
Dû ra mafê axaftinê dan berşik û parêzerên wan û herwiha wan jî maweya îlawe xwest da ku li hemberî mitaleayê xwe biparêzin.
Piştî navberê, Serokê Dadgehê Selfet Gîray biryara navberê ragihand û diyar kir ji ber ku salon teng e, êdî danîşînên din ên dozê dê li Kampusa Dezgehên Înfaza Cezayê ya Sîncanê bên kirin. Gîray diyar kir ku wî danîşîn taloqî 31ê tîrmehê-2yê tebaxê kir.
- Di danîşînê da rageşî
Dema parêzerê berşikekî li hemberî mitaleayê parastin dikir, dozgerê komarê xwe di ber ra kir û wiha bertek nîşan da, "BIrêz parêzer tikaye mitaleayê rast bixwîne. Di mitaleayê da tiştên ku tu dibêjî tunene. Em bi kêrî kesî nehatin."
Li ser vê yekê, hinek gilîdar rabûn ser piyan û wiha qîriyan, "Hûn dê bi kêrî kesî neyên. Hûn dê edaletê bînin cih."
Ji ber ku nîqaşê dewam kir, Serokê Dadgehê Gîray bi qasî saetekê navber da danîşînê.
- Mitaleaya dozger
Dozgerê komarê yê ku mitaleaya xwe duh eşkere kir, ji bo 9 berşikî ji ber sûcê "kuştina mexsûs" ji her yekî ra 100 carî, ji ber sûcê "pêpeskirina destûrê" ji bo her yekî carekê bi tevahî 101 car muebeta girankirî xwest.