Ekip
20 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2018
ANKARA
Li xeta sînor a di navbera Reyhanli û Kirikhana navçeyên Hatayê da dengê teyareyan tê bihîstin.
Piştî ku balafirên Tirkiyeyê ji xeta sînor derbas bûn ji Efrînê dengên teqînan hatin bihîstin.

Balafirên şer ên Tirkiyeyê cihê çavdêriyê ya PYD/PKKya rêxistina terorê ya li Efrînê berteref kir.

Sererkaniyê diyar kir ku operasyona Efrînê bi navê "Operasyona çiqlê Zeytunê" va îro ji saet 17.00an pê va dest pê kir.
Artêşa Tirkiyeyê ragihand: "Hêzên Artêşa Tirkiyeyê li ser sînorên xwe û herêmê ji bona îstiqrar û ewlehiyê, li herêma Efrînê ya li rojavayê bakurê Sûriyeyê dijî terorîstên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê ji ber ku xelkê herêmê yên dost û xwîşk û bira ji zilm û zextê bên rizagarkirin Herekata Çiqlê Zetûnê daye destpêkirin."
TSK: "Di îcraya operasyonê da hedefa me bi tenê terorîst in, kesên sivîl û bêguneh ku zirarê nebînin em bi hesasiyetekê girîng bala xwe didinê"

Balafirên şer ên Tirkiyeyê cihê çavdêriyê ya PYD/PKKya rêxistina terorê ya li Efrînê berteref kir.
TSKê ragihand ku ji saet 18.30yî vir va ji 113 hedefên PYD/PKKê 108 heban berteref kir. Hat hînbûn ku hemû mirî û birîndarên anîn nexweşxaneyan jî PYD/PKKyî ne.


- Yekîneyên Artêşa Sûriyeya Azad ketin Efrînê
Qismekî hêzên yekîneyên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ketin cihên ku PYD/PKKya rêxistina terorê li Efrînê dagîr kiribûn.
Piştî êrîşên topan yên TSKê yên ku îro êrîş birun ser hedefên terorê endamên ASAyê derbasî herêmê bûn.
Endamên ASAyê bi wesayîtên xwe yên bizirx, ji ser xeta Kîlîs û Hatayê derbasî Efrînê bûn.
Hat ragihandin ku yekîneyên ASA heta niha rastî tu berxwedanan nebûne.