17 Îlon 2017•Rojanekirin: 18 Îlon 2017
HATAY
Bi armanca li ser sînorê Sûriyeyê piştgiriyê bide hêzên ewlehiyê 80 wesayîtên bipalet hatin şandin.
Wesayît ji Luleburgaza navçeya Kirklareliyê bi trênê gihîştin Gara Îskenderunê.
Leşkeran 80 wesayîtên bipalet li tiran bar kirin û ber bi sînor va çûn.
Hat ragihandin ku ew wesayît wê li ser sînor bên bicîhkirin ku piştgiriyê bide hêzên ewlehiyê.