17 Îlon 2017•Rojanekirin: 18 Îlon 2017
BÎNGOL
Li çiyayê navçeya Karliovayê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 2 çekên lûledirêj, demançe, roketavêj, 2 bombeyên destan, 3 mekanîzmayên teqemeniyê, gelek muhîmat hatin dîtin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, cendirmeyan di çarçoveya têkoşîna terorê da li navçeya Karliovayê, herêma daristanên Karacehennemê li dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê duh operasyona "Serdarê Şehîd ê Cendirmeyan Adil Karagoz-85" hat kirin.
Di operasyonê da tivinga nîşandaran û dûrbîna wê, tivinga piyadeyan a kalaşnîkofê, demançe, roketavêja RPG-7ê, 4 muhîmatên vê çekê, 20 muhîmatên balafirşikênê, 2 bombeyên dêst, şarjora demançeyê, 3 mekanîzmayên teqemeniyên dêst, 2 bêtêl, dûrbîna şevê, 2 çenteyên piştê, funye, fîtîl û alavên lixwekirin û jiyanê hatin bidestxistin. Hat daxuyandin ku bi piştgiriya gelê herêmê va ji bo hizûr û ewlehiyê li giştiyê bajêr bi rêxistina terorê ra têkoşînê bi biryardarî bidome.