30 Gulan 2016•Rojanekirin: 31 Gulan 2016
ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnaxê, bombeya bi destçêkirî ya terorîstan li ser kapaxê rogarê bicih kiribû, gava ku wesayita zirxkirî ya polêsan derbas dibû hat teqandin, di encamê da 4 kes mirin, 5 jê polês 23 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat hildan, wesayita bizirx a polêsan ya ku li navenda Silopiyê di dewriyê da bû, gava ji Kolana 10emîn derbas dibû, bombeya bi destçêkirî ya terorîstan li ser kapaxê rogarê bicih kiribû, hat teqandin.
Li gor tespîtên ewil, 4 welatî li cihê bûyerê mirin, di nav da 5 polêsên di wesayita zirxkirî da jî 23 kes birîndar bûn.
Birîndaran bi ambulansan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê kirin. Hat diyarkirin ku rewşa hin birîndaran xedar e.
Polês sewqî cihê lê teqîn çêbû hatin kirin, ji bo qefaltina terorîstan operasyon hat destpêkirin.