Li Silopiyayê dengdayina ku serê sibê di saet 07.00an de dest pê kir, dewam dike. Mehmet Şahînê ku li taxa Nûhê dijî, ji ber ku bavê wî yê Yaşar Şahîn nikare bi rê ve biçe da pişta xwe bir ser sindoqê.
Yaşar Şahîn di bin çavdêriya berpirsiyarên hilbijartinê de raya xwe avêt û kurê wî yê Mehmet dîsa ew da pişta xwe û bir malê.
Mehmet Şahîn got ku bawê wî pir mezin e û nikare li ser piya bisekine û wiha dewam kir: "Bavê min xwest ku raya xwe bavêje. Min jî dilê wî nehişt. Min ew da pişta xwe û anî dibistanê."