06 Tebax 2017•Rojanekirin: 06 Tebax 2017
HEWLÊR
Hat ragihandin li Şingala navçeya Mûsila Iraqê ya ku ji ber pevçûn û bûyerê terorê zêde xisar lê çêbûye wê 2 hezar avahî bên çêkirin.
Wezîrê Îmar û Îskanê yê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Derbaz Mihemed ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ji bo ku Şingal car din bê avakirin xebateke taybet a îmarê tê meşandin.
Mihemed got li Şingala ku herî zêde êzdî lê dijîn ewê dibistan, nexweşxane, saziyên dewletê û ji bilî van 2 hezar avahiyan çêbikin.
Ji bo pêkanîna vê projeyê Mihemed got ew bi rayedaran re hevdîtinan dikin û wîha axîvî: " Em hêvî dikin ku di sala 2018an de ev proje bikeve rewacê."
DEAŞa Rêxistina Terorê di 3yê tebaxa 2014an de Şingal bi dest xistibû.
Pêşmergeyan di mijdara 13ê 2015an de Şingal ji destê DEAŞê xilas kiribûn, lê ji ber pevçûn û êrîşên esmanî navçeyê zêde xisar ditîbû.