10 Nîsan 2017•Rojanekirin: 10 Nîsan 2017
ŞIRNAK
Qedexeya derketina derva ya qismî ya ku li Şirnex, Cizîr, Silopî û Îdilê hatibû îlankirin, hat rakirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Şirnexê qedexeya derketina derva ya qismî ya ku li Şirnex û navçeyên Cizîr, Silopî û Îdilê di navbera saet 23.00 û 02.30an de hatibû îlankirin, ji 10ê nîsana 2017an roja duşemê pê va bi tevahî hat rakirin.
Li navenda Şirnexê ji bo çalên ku ji hêla mensûbên rêxistina terorê ve hatine vekirin bên girtin, ji bo barîkat bên rakirin, teqemenî bên îmhekirin, hizûr û ewlehiya kamuyê pêk bê di 14ê adara 2016an de derketina derva hatibû qedexekirin. Ev qedexe di 14ê mijdara 2016an de bi qismî hatibû rakirin. Ji wê demê pê va qedexeya di navbera saet 05.00 û 22.00an de hebû û qedexeya ji 8ê sibata 2017an vir va di navbera 23.00 û 02.30an de hebû bi tevahî hat rakirin.