10 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
MUŞ
Qaymeqam Mehmet Nûrî Çetîn ku bi erkê Biryarnameya di Hukmê Qanûnê da (BHQ) ya Wezareta Karên Navxweyî va wekî Cîgirşaredarê Vartoya navçeya Mûşê hat peywirdarkirin, wiha got, "6 milyon denyê şaredariyê heye, lêbelê tu kar nehatiye kirin. Nexwe çavkanî şandine ciyên din. Em niha vê yekê bona xizmetê diemilînin."
Çetîn di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku 5 meh berê ew wekî Cîgirşaredar hat peywirdarkirin û seranserê zivistanê wan hewla pêkanîn projeyên ku kêrî navçeyê tên, da.
Çetîn bal kişand ji bo ku navê Vartoyê baş were xwendin, wan di warê rê, qadên hêşîn û binesaziyê da proje amade kirin û bi destpêka sezona înşeatê va wan dest bi xebatan kir.
- "Divê evîna xizmetê bi meriv ra hebe"
Çetîn diyar kir ku budçeyeke giring a şaredariyê heye, lêbelê ev ji bo xizmetê nehatiye emilandin û wiha pê da çû:
"Beriya niha li tu derê navçeya me parq nehatibûn çêkirin. Emê li 7 taxên navçeyê jî parqan çêkin. Heger pêdivî çêbe, emê 2-3 parqên din jî çêkin. Digel vê em baxçeyeke çay a pir xweşik çêdikin. Divê evîna xizmetê bi meriv ra hebe. Şaredariya ku mehê milyonek lîre pere ji Bankeya Parêzgehan distîne, ma nikare 30 hezarî xerc bike û parqekî çêke? Dikare çêke, lê ew serêşî tuneye. Yekemîn qonaxa me ya xizmetê parq e. Îhaleya me temam bû, emê hefteya pêşiya me alavan bikirin."