30 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2017
SÎVAS
Li Koyulhîsara navçeya Sêwazê wesayîta leşkerî wergeriya, di encama qezayê de 4 leşker birîndar bûn.
Wesayîta bizirx a cureyê cobra a bi plakaya 58 JAA 187 a girêdayî Fermandariya Jendirmeyan a Navçeya Îmranliyê a ku Çawîşê Pispor ê Jendirme Yavuz K. diajot û diçû peywirê li diryana Çandir-Guzelyurtê wergeriya. Di qezayê de ajokar birîndar nebû lê jendirmeyên pispor ên di wesayîtê de peywirdar Nurullah Ç, Mehmet Ş, Nurî O. û Îbrahim K. birîndar bûn.
Ji leşkerên birîndar Nurî O. û Mehmet rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepanê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Cumhuriyetê, Nurullah Ç û Îbrahîm K. jî ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Nûmûneyê.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya eskeran baş e.