Türkan Tosun
07 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
DIYARBAKIR
Cigirserokê Şaredarê Sîlvanê Adem Çelîk got bi xebatên şaredariyê ve gelê navçeyê gihîşte xizmetên ku heqê wan bû.
Çelik çû taxa Kaleyê û li Parka Ataturkê xebatên rêçêkirinê temaşe kir û ji rayedaran agahî hilda.
Çelik got ji bo ku ew xizmetê bidin her aliyê Sîlvanê ji roja ku wan dest bi wezîfeyê kiriye vir va ew dixebitin.
Çelik wiha axivî: "Bi xebatên me va welatiyên me digîhîjin xizmetên şaredariyê. Li aliyekî taxên pêşve neçûne xebat tên kirin, li aliyê din jî navenda bajêr rêyên asfalt tên çêkirin û kevirên parke tên bicihkirin. Ji bo ku li Sîlvana bi dîroka xwe ve tê nasîn gelê me bigîhîje xizmetên heqê wan e, xebatên me wê dewam bikin."