Haydar Şahin
24 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2018
HATAY
Bi saya dîwarê ewlehiyê, yekîneyên li hidûd li dewriyeyê digerin, zêdekirina bircên çavdêriyê yên li sînor, sîstemên hereketên li ser û binê erdê ferq dikin, drone û kamerayên sabît ên 24 saetan qeydê dikin di sala 2018an da hetanî meha 9an pêşî li 430 hezar kesên koçberên bêdestûr hat birîn.
Li Hataya sînorê wê bi Îdlib, Efrîn û Lazqiyeyê herêmên Sûriyeyê ra heye yekîneyên hidûd kontrolên ji bo pêşîlêbirîna derbasbûnên dereqanûnî didomînin.
Li sînorê lê bircên çavdêriyê hatin zêdekirin, ji sedî 90 dîwarên bilindahiya wan 2,5 mêtre giraniya wan 4 ton in hat temamkirin, kamerayên termal, ronîkirin û sensorên hereketan ferq dikin hatin bicîkirin ekîb ji bo pêşîlêbirîna koça bêpergal 24 saetan wezifeyê dikin.
Yekîneyên hidûd di 9 mehên ewil ên îsal da bi qasî 200 hezar kesên hewl didan bi rêyên dereqanûnî ji Sûriyeyê ra derbasî Tirkiyeyê bibin derdest kirin, ji bo karûbarên lazim dikin koçberên bêdestûr teslîmî cendirmeyan kirin.
Kêmzêde 100 kesên hat tesbîtkirin ku bi rêxistinên terorê ra têkiliya wan hene û tevlî sûcan bûne jî sewqî meqamên edlî kirin.
Yekîneyên hidûd bi drone û kamerayên sabît va dîmenên koçberên bêdestûr qeyd kirin pêşî li wan birîn. Li gor dîmenan hejmara kesên pêşî li wan hat birîn jî bi qasî 230 hezarî ye.
- Tevdîrên ewlehiya sînor
Sîstemên hereketên li ser û binê erdê ferq dikin, amûrên teknolojîk ên xwemalî hatin îmalkirin, sîstemên di mijê da jî dîmenan nîşan didin tevkariyeke mezin dan pêşîlêbirîna koçberên bêdestûr.
Bi saya dîwarê ewlehiyê, yekîneyên li hidûd li dewriyeyê digerin, zêdekirina bircên çavdêriyê yên li sînor, sîstemên hereketên li ser û binê erdê ferq dikin, drone û kamerayên sabît ên 24 saetan qeydê dikin va di pêşîlêbirîna koçberên bêdestûr da serkeftineke mezin hat bidestxistin.