Muhammet Kurşun
23 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2017
ANKARA
Civîna paytextê Qazakistanê Astanayê ku bi serkêşiya Tirkiye û Rûsyayê ye pêk hatibû berdewam dike, lê rejima Esed û komên terorîst ên biyanî ku piştgirê rejimê de îxlala agirbestê didomînin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin li deverên Xutaya Rojhilat a ser bi Şamê milîsên biyanî êrişa bejahiyê dimeşînin. Li herêma Newaya bajarê Der'ayê ku li başûrê Şamê dikeve, herêma Sana ser bi Hemayê û Anadan, Xreytan û Heyan li rojavayê bakurê Helebê ne rastî êrişên hewayî tên.
Herêma Çiyayê Kurd ya li Laziqiyeyê ku wek qeleya Esed li perava Behra Spî tê qebûlkirin jî rastî êrişên hewayî û bejahiyê tê.
- Li Astanayê madeya yekem îxlalên agirbestê ye
Di civînê da pêşiyê dê binpêkirinên agirbestê yên piştî 30ê berfanbarê ku wê demê agirbest hatibû ragihandin, bên gotûbêjkirin.
Muxalif dê di civînê da raporekî pêşkêşî layenan bikin ku tê da ji aliyê artêşa Beşşar Esed û komên biyanî yên terorîst ên alîgirên rejimê va binpêkirina agirbestê li ser nexşeyê nîşan dide, heye.
Muxalif dixwazin binpêkirina agirbestê bidawî be. Artêşa Esed û Hizbullaha ku Îran piştevaniya wê dike piştî 30ê berfanbarê ku agirbest hatibû ragihandin, li Xuteya Rojhilat a Şamê û Deşta Baradayê hin dever bi dest xistibûn. Dîsa muxalif dê taleb bikin ku rejim ji van deran vekişe.
Li ser navê mixalifan heyeteke ku ji 14 kesan pêk tê beşdarî civînê bû. Di heyetê da nûnerên Kolorduya Şamê (Feylequ’ş Şam), Artêşa Îzzet (Ceyşü’l İzza), Artêşa Serkeftinê (Ceyşul Nasir), Şehîdên Îslamê (Şuheda el-Îslam), Artêşa Mucahîdan (Ceyşul Mucahîdîn), Tumena Qeraxan ya Yekem, Leşkerên Şamê (Ecnadul Şam), Yekîtiya Festaqîm (Tecemmu Festaqîm), Tûgaya Sultan Murat, Eniya Şamê (Ec-Cephe eş-Şamiye), Artêşa Îdlibê ya Azad (Ceyşul Îdlib el-Hur), Artêşa Îslamê (Ceyşul Îslam), Eniya Başûr (Ec-Cephe ec-Cenubiye) hene.