04 Gulan 2016•Rojanekirin: 04 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê li Mizgefta Mezin ji ber Qendîla Mîracê bername hat lidarxistin.
Bername ji aliyê Miftîtiya Navçeya Sûrê ve li Mizgefta Mezin a Diyarbekirê piştî nimêja esrê hat kirin û bernameyê bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir. Di bernameyê de bi kurdî û tirkî mewlud hat xwendin û "sîmîdên qendîlê" û xûrme" belavî cemeatê kirin.
Miftiyê Navçeya Sûrê Ramazan Yolan û cemeatê piştî bernameyê dia kir. Piştî diaya ku hat kirin bername xilas bû.
Îmam Xetîbê Mizgefta Mezin Osman Yagmur daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Hemû misilman divê ji bo aştî, selamet, sikûnet, biratiya vî welatî û xilasbûna terorê destê xwe vekin û ji Xwedê re dia bikin."
Yagmur destnîşan kir ku divê di şevên wiha bimbarek de hestên biratiyê derkevin asta herî jor û wiha axivî:
"Ez ji Xwedê niyaz dikim ku şeva Mîracê ji bo hemû alema îslamê bi taybetî ji bo welêt û herêma me û Diyarbekira me bibe wesîleya xêrê. Mîrac tê meneya bilindbûnê. Xwedê di vê şeva bimbarek de nesîbê me hemûyan bike ku em hemû hestên xwe yên nefsanî bixin bin piyan û hestên me yên biratiyê derxîne asta herî jor. Îslam dînê biratiyê ye. Îslam dînekî wisa ye bêyî ku ferq û mehliya dîn, ziman û rengan bike exlaqa bihevrejiyanê hînê hemû misilmanan dike. Di hemû îbadetên me de bihevrebûn heye. Em îbadetên xwe yên wekî hec û nimêjê bi hev re dikin. Xwedê teala emr dike ku heke hûn bi hev re bûn jî tenê serê xwe jî bin ji civakê, ji cemeatê, ji bihevrebûnê û biratiyê dûr nekevin. Em hêvî dikin ku ev şeva bimbarek bibe wesîleya yekîtî û biratiya ummeta Mihemed."
Yagmur got ku "Xwedê firsendê nede kesên dixwazin ku fitne û fesadê derxînin" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ez ji Xwedê Teala dixwazim ku bila ev 80 milyon birayên me yên vî welatî bikarin bi hev re bijîn. Xwedê firsendê nede wan kesên hewl didin ku rojhilat, bakur, başûr û rojavayê vê welatê tevîhev bikin. Xwedê ew kesên ku ji bo yekîtî û bihevrebûna welatê me dixebitin jî serkeftî bike."