ÎSTANBUL
Mizgeftên Stenbolê yên wek Siltanehmed, Fatîh, Eyub Siltan û Yawuz Selîmê bernameya Qendîla Mewlûdê hat lidarxistin. Ev mizgeft bi mebesta mewlûdê tije jin, zar, ciwan, kal û pîr bûn û nimêj kirin.
Welatiyan li mizgefta nimêj kirin, dia kirin û Qur'an, Mewlûd û îlahiyên ku hatin xwendin guhdar kirin.
Bi wesîleya Mewlûda Qendîlê li çar aliyê Tirkiyeyê di mizgeftan de bernameyên Qur'anxwendinê hatin lidarxistin.
Li Îzmir, Hatay, Riha, Bursa, Edirne, Diyarbekir, Sêrt, Agirî, Wan, Yalova û li welatên derveyî welêt yên wek Macaristan, Bulgaristan û Bosna Hersekê Qendîla Mewlûdê hat pîrozkirin.