05 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2016
MWANZA
Li herêma Sîngîdaya navenda Tanzanyayê du otobusên rêwiyan li hev qelibîn û di qezayê da 30 kes mirin, 50 kes jî birîndar bûn.
Fermandarê Polêsên Herêmê Tobias Sedoyeka daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li ser rêya Şînyanga-Darusselamê du otobus li hev qelibîn û 30 kes mirin.
Sedoyeka ragihand ku polêsan 45 deqîqe beriya qezayê ji ber lezê hişyarî da şoferekî tevlî qezayê bûye. Fermandarê Polêsên Herêmê Sedoyeka ragihand ku her du otobus jî yên heman fîrmayê ne û li gor îdiayan şofêrên her du otobusan jî xwestine ku li pêş herin û silav jî dane hev.
Di qezayeke din a ku duh li Morogoroya herêma Tanzanyayê qewimî da jî 12 kes miribûn.