05 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2016
DIYARBAKIR
Li goma Durumluya Diyarbekirê xizmên kesên ku di êrîşa endamên PKKya rêxistina terorê bi 15 ton teqemenî va li dar xistin da can dan, bi xemgînî eydê pîroz dikin.
Li Durumluyê şeva 12 gulanê terorîstan qamyona 15 ton teqemenî tê da bû teqand û 16 kesî ji ber teqînê li cihê bûyerê can da û xizmên wan ên li gundê Tanişikê piştî nimêja eydê çûn ser gorên wan û ziyaret kirin.
Piştî wan jî jin û zarok hatin ser goristanê û piraniya wan xwe negirt û giriyan, şîn kirin û gotin: "Eyd hat, êdî rabin. Binihêrin jin û zarokên we hatin." Hin jinan jî xwe avêtin kêlikên xizmên xwe pê da giriyan.
- Komkujiya Durumliyê
Terorîstên PKKyî 15 ton teqemenî li kamyonê bar kirin û di şeva 12ê gulanê da ji Gênca navçeya Bîngolê anîn Yenîşehira navçeya Diyarbekirê taxa Tanişikê. Piştî ku gundî ji rewşê şikbar bûn û PKKyî û gundî bezîn hev û gundiyan gotin ku ew naxwazin wan hildin gundê xwe. Li ser vê kamyon ajotin mezra Durumliyê û ferq kirin ku gundî wan teqîb dikin, kamyona teqemenî lê barkirî di têketina gund da teqandibûn. Di bûyerê da 16 kes miribûn, 23 kes birîndar bibûn û ji gelek navçeyên bajêr dengê teqînê hatibû bihîstin. Li cihê bûyerê çaleke ku beraya wê 20 mêtro û kûrahiya wê 4 mêtro ye çêbibû. Ji ber ku cesed perçe perçe bûn û li der û dorê belav bûn, tesbîtkirina nasnameya 13 kesan piştî testa DNAyê hatibû kifşkirin. Di êrîşa ku PKKê kir da 36 zarok êtîm mabûn, 8 jin jî bî mabûn.