06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2016
ANKARA
Li Tirkiyeyê welatî 78 sal emir dikin.
Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên "Tabloya Jiyanê ya 2013-2015"an eşkere kir.
Li gor tabloyê li Tirkiyeyê welatî bi gelemperî 78 emir dikin û ev rêje di sala 2014an da jî wek 78 sal hatibû hesabkirin.
Li gor tabloyê mêr 75,3 sal, jin jî 80,7 sal emir dikin. Bi gelemperî jin ji mêran zêdetir dijîn.
Kesên ku di 15 saliya xwe da dest bi kar û xebatê dikin 64,2 sal emir dikin û ev rêje di mêran da 61,6 e û di jinan da jî 66,9 e.
Li Tirkiyeyê kesên 30 salî qederê 49,7 salên din jî dijîn û ev rêje di mêran da 47,1 e û di jinan da jî 52,1 sal e.
Li Tirkiyeyê kesên 50 salî qederê 30,6 salên din jî dijîn û ev rêje di mêran da 28,3 e û di jinan da jî 32,8 sal e.
Li Tirkiyeyê kesên 65 salî qederê 17,8 salên din jî dijîn û ev rêje di mêran da 16,1 e û di jinan da jî 19,4 sal e.