06 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2016
ÎDLIB
Li konbajarê Atmeyê yê li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê bi bombeyê êrîş hat kirin, di êrîşê da ji 20î zêdetir kes mirin.
Li konbajarê Atmeyê yê ya ku qasî kîlometreyekê nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ye û li hemberî Reyhanliya navçeya Hatayê ye çaxa ku nobedarên ji Artêşa Sûriyeya Azad xwe li ber hev diguherandin êrîşa bibombe hat kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi têlefonê ji şahidên bûyerê yên li konbajêr sitand, êrîşkarekî xwekujiyê yê ku nêzîkî ciyê kontrola nobedarên ASAyê bû bombeya li ser xwe teqand.
Şahidên bûyerê destnîşan kirin ku li gor agahiyên ewil ji 20î zêdetir kes mirin, bi dehan kes jî birîndar bûn û ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe.
Hat ragihandin ku piraniya mirî û birîndaran endamên ASAyê ne.
DAEŞa rêxistina terorê di hesabên medyaya civakî da diyar kir ku êrîş wan kiriye.