Haydar Şahin
25 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2018
BURSA
Li herêma otêlan a li Uludaxa ji navendên girîng a turîzma zivistanê ya Tirkiyeyê berfa demsalê ya ewil ket.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê ji rayedarên meteorlojiyê sitand, berfa ku duh bi şev dest bi barînê kir "herêma otêlan" bi xemla sipî pêça.
Li bendê ne li Uludaxa ku germahiya hewayê herî kêm di bin sifirê da 1, herî zêde jî 5 pile hat pîvandin berf hetanî berêvarê bibare.