Ferizat Kaya
25 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Selçuk: "Heger em meseleya perwerdeyê ya Tirkiyeyê bikin rêyekê karê me naqede, karê me wê çaxê dest pê dike. Bi meneya mecazî heger em ji rewşa xirab derkevin ku paşê derfet û îmkan çêbe da ku em dijî dinyayê hewl bidin."
"Duh me mînakên pirsên ezmûna LGSyê weşandin. Em ê her meh biweşînin ku ji kîjan dersê pirsên çawa derdikevin."
"(Bicîbûna di lîseyan da) Mesele derbasbûna astekê nîne, mesele heyat û pêşeroja zarokan e. Heger em nav, rêbaz û teknîka ezmûnê biguherînin jî em pêşva naçin."
"Ferqa di navbera dibistanên ku derfetên wan baş in û yên ku baş nînin da zehf zêde ye. Di navbera îmkanên dibistanên me da ji sedî 60î zêdetir ferq heye."
"Cara ewil e bi felsefe, teorî, rêbaz û teknîkê va bi awayekî giştî em hewl didin ku pergal bê guherandin."
"(LGS) Em dixwazin piştî demekê hejmara dibistanên ku bi ezmûnê xwendekaran hildidin kêm bikin. Sala were wê kêm be, lê di nav 3 salan da wê ji sedî 40 kêm bibe."
"(Pergala ezmûnan) Mesele ew nîne ku asta zarokan tesbît bikin, armanc tesbîtkirina rewşa pergalê ye."
"(Qanûna Meslekî ya Mamosteyan) Mamoste di nav 657ê da asê bûne. Ji bona wan bi taybetî qanûn tuneye. Divê tayînkirin, meseleya disîplînê, kariyer, tezmînat û tiştên din taybet bin."'