Haydar Şahin
11 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2018
GAZÎANTEP
Barana li Gazîentab, Qehremanmaraş û Adiyemanê barî jiyana welatiyan xiste tengasiyê.
Ji ber barana li navend û navçeyên Gaîzentabê barî welatî di tengasiyê da man. Ava li kuçe û kolanan kom bû ji bo trafîkê pirsgirêk derxist.
Ekîbên trafîkê yên li xaçerêyan wezîfe dikirin midaxele kirin ku trafîk bimeşe û hişyarî dan ajokaran.
Li bendê ne ku di nav rojê da jî li tevahiyê bajêr baran bibare.
- Adiyeman
Li Adiyemanê piştî baran ber destê sibê dest bi baranê kir lehî rabû, av li kuçe, kolan û pêşiya dikanan kom bû.
Ji ber baranê li ser rêbeja Adiyeman-Kahtayê ya li tanga Taxa Yunus Emreyê 2 wesayît mehsur man. Ekîbên polêsên trafîkê bi kontrol rê dan wesayîtan ku ji rêya li ser avê gol girtiye derbas bibin.
Li navenda bajêr ji ber şiliyê avê li ser rêyan gol girt. Ekîbên rêbejayê ji bo texliyekirina ava gol girtiye xebat dan destpêkirin.
Selîm Turanê wesayîta wî ji ber avê asê ma diyar kir ku ji otogara Adiyemanê hate navenda bajêr li vê derê wesayîta wî ji ber ava gol girtiye asê ma û wiha axivî: "Min haya ekîbên polêsan pê xist. Ekîb xebatên xwe didomînin. Ji ekîbên polêsan ra sipas dikim."
- Qehremanmaraş
Ji ber barana li Qehremanmaraşê barî welatî di tengasiyê da man.
Ji ber şiliya li navenda bajê barî avê li ser gelek kuçe û kolanên bajêr gol girt, ajokar di tengasiyê da man.
Wekî mayîn ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin pelgên daran ên ji ber bayê weşiyabûn paqij kirin.