Haydar Şahin
24 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di çarçoveya "Protokola Hevkariya Perwerdeyê" ya di navbera Wezareta Perwerdeya Neteweyî û TUBÎTAKê da hat îmzekirin da fuara zanistê hat vekirin.
Bi beşdariya Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Yuksekovayê Mahmut Kaçikçi, Tumgeneral Metîn Tokelê Fermandarê Tumena Piyadeyan a 3yan, Haci Bayram Ozcanê Alîkarê Şaredar, Servet Canliyê Midûrê Perwerdeya Neteweyî fuar li Dibistana Navîn a Şehîdên 15ê Tîrmehê vekirin.
Kaçikçi di merasima vekirinê da axivî û bal kişand ser girîngiya didin zarokan û got ku zarok pêşeroja me ne.
Kaçikçi wiha pê da çû: "Em dixwazin ku zarokên me ji zanistê agahdar bibin. Ez ji mamoste û xwendekarên ku keda wan tevlî vê fuarê bûn ra sipas dikim."
Kaşikçi û heyeta pê ra li 11 projeyên li standan geriyan, ji xwendekar û mamosteyan der barê xebatan da agahî sitandin.