Önder Beyter
17 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2018
HAKKARÎ
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê xwendekarên dibistana navîn çalakiya dawiya serdemê li dar xist.
Di çalakiya li salona konferansê ya Ehmedê Xanî ya Dibistana Navînî a Şehît Bîlal Soybîlgîçê da xwendekaran kulamên Îngilizî gotin û pêşkêşiya dansê kirin.
Paşê tevî beşdariya 4 dibistanan va pêşbaziya zanîna Îngilizî hat lidarxistin.
Hat destnîşankirin ku wê pilewergirên pêşbaziyê bibin geşta Mêrdîn û Rihayê.
Qaymeqam û Cîgirşaredar Temel Ayca, Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Oktay Kapsiz, Midûrê Nexweşxaneya Dewletê ya Çukurcayê Eşref Kalkan, mamoste, xwendekar û malbatên wan beşdarî çalakiyê bûn.