30 Gulan 2016•Rojanekirin: 31 Gulan 2016
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê piştî rakirina qismî ya qedexeya derketina derva, gelek welatî vegeriyan malên xwe.
Piştî rakirina qismî ya qedexeya derketina derva ya di çarçoveya "Operasyona Çawişê Pisporê Cendirme Ramazan Gulle" ya ku li Yuksekovayê di 13ê adarê da bi armanca tijekirina çalan, rakirina barîqatan û jinavbirina teqemeniyên bidestçêkirî yên rêxistina terorê PKKyê va hatibû destpêkirin da vegerên bal navçeyê dest pê kirin.
Li ber Noqteya Kontrola Cendirmeyan a Yenîkopruyê ya li ser rêya Hekarî-Yuksekovayê rêza wesayîtan pir dirêj bû. Li noqteya ewlekariyê, piştî kontrola nasnameyê welatî ber bi navçeyê berdan û ekîbên polêsan jî xelk hişyar kirin ku di mijara teqemeniyên ku bi destê mensûbên rêxistinê hatin çalkirin da baldar bin.
Welatiyên ku çav bi malên xwe yên kavilkirî ketin, kelogirî bûn û bertek nîşanî rêxistina terorê dan.
Ji hêla din li navçeyê ekîb bê navber dixebitin da ku xetên ceyran û avê temîr bikin.
Qaymeqamtî jî alîkariya zad û xurekê dide welatiyên ku vedigerin navçeyê û herwisa seba tespîtkirina xisarê û alîkariya civakî, buroyên demkî yên muracaatê hatin sazkirin.
Esnaf jî kargehên xwe vekirin û paqijî kirin.