12 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2016
ROMA
Li herêma Pugliayê ku dikeve başûrê Îtalyayê 2 trênên banliyo li hev qelibîn û 11 kes mirin.
Li gorî nûçeyeke ajansa ANSAyê, di navbera Andria û Coratoya ku dikeve bakurê bajarê Bariyê 2 trên li hev qelibîn û di encamê da li gorî agahiyên sereke 11 kes mirin û 18 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandi ku 10 ji birîndaran rewşa wan giran e.
Rayedarekî bergiriya sivîlan bi navê Antonio Nunizante ji ANSAyê ra axivî û anî ziman ku rewşa cihê bûyerê trajîk e.
Tê destnîşankirin ku hinek kes di nava trênê da asê mane.
Piştî qezayê gelek embûlans û îtfaiye ji cihê bûyerê ra hatin şandin.