12 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2016
MÛŞ
Zumrete Ziyanaka ku dayika 10 zarokan e, li Aşagiucdama gundê Haskoya navçeya Mûşê dijî. Ziyanak ev 25 sal e bi çêkirina dîz û kûzikan ve zarokên xwe xwedî dike.
Ziyanakê got ku ew bi 25 sal e bi heriyê ve dîz, kûzik, kup, meşk û guldankan çêdike û wiha axivî: "Ez bi çêkirin û firotina van debara xwe dikim. Li herêmê hejmara kesên ku vî karî dikin, her diçe kêm dibe. Ez ji Guroymaka navçeya Bidlîsê axê tînim û van tişan çêdikim, gelempêrî jî 50 lireyî difroşim. Li vî gundî 20 sal berê hema hema di her malê de jinên ku ev kara dikirin hebûn. Lê niha ji bilî min tu kes vî karî nake. Ez di gulanê de vî karî dikim û heta cotmehê dixebitim."
Ziyanakê got ku ji ber ku atolyeya wê tune hin caran zehmetiyê dikşîne û wiha dewam kir: "Heke derfet bê dayîn ez dikarim di nav salê de 500 cure ji van tiştan çêbikim û bifroşim."