19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
ÎZMIR
Li Îzmirê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê de 51 kes hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê di çarçoveya lêpirsîna dijî PKKya rêxistina terorê da, der barê 65 şikbaran biryara girtinê derxist.
Tîmên Şaxa Têkoşîna dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr û Serokatiya Herêma Mîtê navenda bajêr, navçeya Menemen, Kemalpaşa, Tîre, Torbalı û Alîagayê di heman demê de operasyon birin ser hin navnîşanan.
Di encama operasyonan de 51 kes hatin binçavkirin. Di lêgerîna malên şikbaran de gelek dokumanên rêxistinê, melzemeyên dijîtal û çekeke nêçîrê hat bidestxistin.
Şikbar ji bo îfadeyê birin Midûriyeta Şaxa Têkoşîna dijî Terorê.
Har ragihandin der barê şikbarên din de xebat dewam dikin.