Haydar Şahin
19 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
VAN
Hewzeya Behra Wanê ya ku ji gelek cure çivîkan ra malxwedîtiyê dike her sal zivistanê ji qubeqazên sipî ra dibe cî û war.
Qubeqazên sipî yên ku her sal zivistanê tên Gorundî, Qeresû, Yoldondî ya herêmên avî yên li rexê Behra Wanê û çemê Bendîmahiyê û Gola Erçekê dîmenên xweşik derdixin holê.
Doç. Dr. Lokman Aslanê Midûrê Navenda Rehabilîtasyon û Parastina Heywanên Beyanî ya Zanîngeha Yuzunciyilê diyar kir ku ji 5 paran pareke herêmên avî ji hewzeya Behra Wanê pêk tê û ji ber vê jî herêm her sal zivistanê ji qubeqazên sipî ra malxwedîtiyê dike.
Aslan got ku di nav gel da ji bo qubeqazan dibêjin "qaza sipî, qaza weqweqok" û wiha axivî: "Qubeqazên sipî her sal di mijdarê da ji Sibiryayê tên li hewzeya Behra Wanê dimînin. Di Adarê da dema hewa germ dibe ji bo hêk bikin jî dîsa dizvirin ciyê ku jê hatine. Qubeqaz bi histûyê xwe yê dirêj û purta xwe ya nerm û sipî va li hewzeya Behra Wanê dîmenên xweşik dirdixin holê."
- "Heke herêmên avî ziha bibin dibe ku em qubeqazan bi tenê li baxçeyên heywanan bibînin"
Aslan destnîşan kir ku li herêmên avî yên li Wanê taybetiyên xwe winda nekirin û wiha pê da çû:
"Hewzeya Behra Wanê bi ava xwe ya şirîn va ji gelek çivîkan ra malxwedîtiyê dike. Ji vî alî va Behra Wanê zehf bi şans e. Flamîngo havînê li vê derê diçêrin û li vê derê dijîn. Falmîngo diçin û zivistanê qubeqaz tên vê derê. Îsal flamîngo derengî ketin û hê li vê derê ne. Hê jî koç nekirine. Ji ber vê flamîngo û qubeqaz mêvantiya xwe bi hev ra didomînin. Dibê em destûrê nedin ku herêmên avî yên li vê derê ziha bibin û herêma xwe biparêzin. Em ê bi vî awayî ji van çivîkên ku ji bajarê me hez dikin ra malxwedîtiyê bikin."
Aslan got "Heke herêmên avî ziha bibin dibe ku em qubeqazan bi tenê li baxçeyên heywanan bibînin" û axaftina xwe wiha domand: "Dibê em van heywanan li bexçeyên heywanan nebînin li tebîetê bibînin. Li gor min, wekî mayîn ev çivîkan ew ê tevkariyê bidin ekotûrîzma herêma me jî. Me îsal firsend dît û li perava Edremîtê firîna flamîngoyan temaşa kir."
Aslan diyar kir ku nêçîra van çivîkan qedexe ye.