Muhammet Kurşun
28 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2017
ÎZMÎR
Li nêzîkî navçeya Îzmîrê Çeşmeyê belema ku penaber bi rêyên qaçax ji Tirkiye dibirin giravên Yewnanistanê binav bû û 5 zarok 7 kes tê de mirin.
Li agahiya ji Fermandeyiya Ewlehiya Peravê hat wergirtin, belemeke bayê seet dor 21.00an de li bakurê Karadayê binav bû. Li ser vê 3 botên Ewlehiya Peravê û helîkopterek ji bo rizgarkirina penaberan çûn cihê bûyerê.
Di xebatên rizgarkirinê de cesedê 5 zarok û 2 jinan hat dîtin. Yên din jî 4 welatiyên Iraq, 3 Somalî, 2 Sûriye 9 kes hatin rizgarkirin û sewqî nexweşxaneya Çeşmeyê bûn.
Penaberan di îfadeya xwe de diyar kir ku di belemê de 17 qaçax û organîzatorekî tirk hebû, dema ku belem binav bû jî organîzatorê tirk bi melevaniyê reviya.