Türkan Tosun
27 Tebax 2018•Rojanekirin: 28 Tebax 2018
ÎZMIR
Li Çeşmeya navçeya Îzmirê 183 koçberên bêdestûr ên hewl didan bi dereqanûnî derbasî Yewnanistanê bibin, hatin girtin.
Balafira Ewlehiya Qeraxê li taxa Alaçatiyê 3 botên lastîk tespît kir.
Botên Ewlehiya Qeraxê çûn herêmê û di botên lastîk de ji Afrîkaya Navîn, Iraq, Silîstin, Senegal, Sûriye û welatên din 139 koçberên bêdestûr hatin girtin.
Li ber girava Alevê jî ji Sûriyeyê 21, ji Filistînê 10, ji Iraqê jî 13, bi tevahî 44 koçber hatin girtin.
Piştî kar û barên wan tîmên qeraxê wê koçberan teslîmî Midûriya Îdareya Koçê ya Bajêr bikin.