21 Tebax 2016•Rojanekirin: 21 Tebax 2016
ANKARA
Lijneya Rêvebirina Navendî (LRN) ya AK Partiyê dê bi boneya êrîşa terorê ya li Gazîentabê di serokatiya Serokê Giştî û Serokwezîr Bînalî Yildirim da, saet 18.00an li Navenda Giştî ya AK Partiyê bicive.
Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mustafa Elîtaş di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da diyar kir ku LRNya AK Partiyê di ji ber êrîşa terorê ya li Entabê di saet 18.00an da bicive.
Elîtaş got ku Serokê Giştî û Serokwezîr Yildirimê serokatiya civîna li Lijneya Giştî bike.