29 Îlon 2015•Rojanekirin: 29 Îlon 2015
MANÎSA (AA) - Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Selçuk Ozdag der heqê êrîşa çekdarî ya li ser Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Nîhat Çîftçî hat kirin de wiha got: "Ez wisa bawer dikim ku li pişt vê êrîşê PKK, KCK û şaxên wan ên ciwaniyê hene."
Ozdag daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tehamûl ji bilî HDPê, li hemberî partiya wan û partiyên din tuneye û wiha pê de çû: "Tehamûla PKKê û ya mafyaya PKKê tuneye. Paşê jî radibin ji vê yekê re dibêjin 'demokrasî, aştî û Tirkiyeyîbûn' û ji bo ku li herêmê fikr û ramanên xwe bi cih bikin demokrasiyê bi kar tînin. Demokrasî ji bo wan wasitaye."
Ozdag êrîşa ku li ser Şaredarê Ceylanpinarê hat kirin jî bi bîr xist û wiha pê de çû: "Li wê derê bi keleşkofan ve digerin. Li hemberî wan kesan divê dewlet bê merhamet be û haya gel jî ji van kesan hebe. Li wê herêmê kesên ku taşeroniya hêzên serdest dikin hene. PKK li wê derê li ser navê 10-15 hêzên emperyalîst şer dike. Hêzên emperyalîst berê PKKê didin Tirkiyeyê. Ji pêşketin û pêşveçûna me aciz dibin."
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Ozdag der heqê êrîşa çekdarî ya li ser Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Çîftçî hat kirin de jî got: "Ez wisa bawer dikim ku li pişt vê êrîşê PKK, KCK û şaxên wan ên ciwaniyê hene. Mixabin li wê herêmê tiştên wiha dikin. Ez hêvî dikim ku kiryarên vê bûyerê di demeke kurt de bên girtin. Ez ji şaredar re jî dibêjim derbasî be."