İbrahim Atmaca
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 17 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Ji fitbolîstên navdar ên Arjantînê Diego Armando Maradona bû serokê Dinamo Bresta Belarûsê.
Li gor daxuyaniya ku ji Kulûba Dinamo Brestê hat dayîn, bi Maradonayê 57 salî ra ji bo 3 salan peyman hat îmzekirin û hat ragihandin ku fitbolîstê navdar wê di mijarên pêşketina stratejîk, têkilî û akademiyê da piştgiriyê bide tîmê.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Maradona wê piştî Kûpaya Dinyayê ya 2018an a li Rûsyayê dest bi wezîfeya xwe bike.
Maradona dema ku di Tîma Neteweyî ya Arjantînê da fitbol dileyîst, Kûpaya Dinyayê ya 1986an qezenc kir. Maradona di tîmên wek Boca Juniors, Napoli, Barcelona û Sevillayê da leyîst.
Maradona di salên 2008-2010an da dîrektoriya teknîkî ya Tîma Neteweyî ya Arjantînê kir û herî dawîn dîrektorê El-Fujairaha tîma Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb kir.