İbrahim Atmaca
13 Gulan 2018•Rojanekirin: 15 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Fitbolîstê navdar ê Misrî yê Liverpoolê Mihemmed Salah vê sezonê cara sêyemîn di Lîga Premierê da xelata fitbolîstê salê qezenc kir.
Li gor daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya Lîga Premierê hat dayîn, kaptanên tîmê, pispor alîgiran deng dan û Salah ji nav Kevin De Bruyne, Leroy Sane, David Silvayê Manchester Cityê, Harry Kaneyê Tottenhamê û David de Geayê Manchester Unitedê hat neqandin û layîqê xelatê hat dîtin.
Salah berî niha ji aliyê Yekîtiya Fitbolîstên Profesyonel û Yekîtiya Nivîskarên Fitbolê va di Lîga Premier da wek fitbolîstê salê hat neqandin. Salah ev xelat di heman sezonê da cara sêyemîn e ku qezenc dike.
Salah vê sezonê bi formeya Liverpoolê va di Lîga Premierê da di 35 pêşbirkan da 31 gol avêtin û 3 caran xelata fitbolîstê mehê jî qezenc kiribû.