Önder Beyter
10 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Mitînga "Qudis a Îsraîlê ye" ya ku li ser bangewaziya Partiya Seadetê û ji bo proptestokirina biryara Amerîkayê ya naskirina Qudsê wekî paytexta Îsraîlê tê lidarxistin, dest pê kir.
Di mitînga ku Hak-Îş, Memur-Sen, ÎHH Weqfa Alîkariya Mirovî, Komeleya Deniz Feneri, ASKON, MUSÎAD, TUGVA, TURGEV, ONDER di serî da gelek rêxistinên civaka sivîl piştgiriyê didin da tê pêşbînîkirin ku Serokê Giştî yê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu û nûnerên rêxistinên civaka sivîl xîtabî gel bikin.
Kesên ku dixwazin beşdarî mitîngê bibin, ji nîvro pê va berê xwe dan Qada Çalakiyê Yenîkapiyê û ji noqteyên lêgerînê derbas bûn. Li vir alaya tirk û ya Filistînê belav kirin.
Ji bo kesên ku beriya mitîngê hatin qadê marşên têkoşîna Filistînê lê dan. Herwiha qad ji bo jin û mêran kirin du beş.
Osman Gunduz, Mîkaîl Şîmşek û Harun Beyaz sitirîn.
Li qadê platformeke qerase hat danîn û li ser, fîgura Qubet'us Sahrayê, portreyê Serokwezîrê berê Necmettîn Erbakan û yê Padşahê Osmanî Evdulhemîdê 2yemîn û alaya Filistînê hatin vekirin.
Mitînga ku wê di saet 13.00an da dest pê bikira, ji ber baranê di saet 14.30an da dest pê kir.