Önder Beyter
10 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2017
ŞANLIURFA
Li Wêranşara navçeya Şanliurfayê înşeatek tep bû û di encamê da karkerekî ji Sûriyeyê mir, 5 karker jî birîndar bûn.
Li taxa Konakê înşeateke yekqatî ji ber sedema ku hê nehatiye diyarkirin, rûxiya.
Karker Îbrahim Akgul (30) û karkerên ji Sûriyeyê Ahmed Alzeyn (26), Fayiz Radi (33), Ahmed (28) û Said Alhieyf (32) yên ku di bin kavil da man, bi destê welatiyên amade hatin derxistin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hatin veguhastin.
Ekîbên agirkujiyê bi makîneyên şixul saetekê xebitîn û paşê Delil Salim (29) ê sûriyeyî ji binê kavil derxistin.
Salimê ku bi ambûlansê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hat veguhastin, ligel hemû midaxaleyan xelas nebû.
Ekîbên agirkujiyê xebatên xwe yên lêgerîn û xelaskirinê yên li ciyê bûyerê kuta kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Wêranşarê jî der heqê rûxînê da lêprisîn da destpêkirin.