04 Sibat 2018•Rojanekirin: 05 Sibat 2018
KILÎS
Li Kilîsê mizgefa Çalikê ya ku PKKya rêxîstîna terorê êrîş kiribû û mizgefta Canbolat Tekkeyê ya ku DEAŞê êrîş kiribû piştî xebatên temîrê wê îsal car din bên vekirin.
Bajarê Kilîsê ji ber şerê navxweyî ya li Sûriyeyê gelek caran bû hedefa roketan û di êrîşan de gelek sivîl hatin kuştin û birîndar bûn.
Mizgefta Canbolat Tekkeyê ya ku di sala 1553an de li taxa Tekkeyê ji hêla Begê Kilîsê Canbolat Beg va hatiye çêkirin du sal berê bû hedefa DEAŞa rêxîstîna terorê.
Mizgefa Çalikê ya ku di sala 1682an de ji hêla Hecî Bîn Mehmet Axayê leqeba wî "Çalik Hecî Elî" bû va hatiye çêkirin jî bû hedefa PKKya rêxîstîna terorê. Roketa ku ji Efrînê hat avêtin zirar da mizgeftê.
Midûriya Herêma Weqfan a Gazîentabê ji bo ku zirara di mizgeftan de çêbûye temîr bike xebat da destpêkirin û di mizgefta Canbolat Tekkeyê de hindik ma ku xebat biqedin.
Temîr û restorasyona mizgefta Çalikê jî wê bê destpêkirin.
- "Di navbera tevgera wan de tu ferq tune"
Miftiyê Kilîsê Mahmut Karatepe ji nûçegihanê AAyê ra got eleqeya êrîşên terorê û dîn tune.
Karatepe got DEAŞa ku qaşo li ser navê dîn derketiye êrîşî mizgefta Tekkeyê kir, PYD/PKKya rêxistina marksîst jî êrîşî mizgefta Çalikê kir, ji ber vê di navbera tevgera wan de tu ferq tune.
Karatepe anî ziman bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê va rêxistina terorê wê ji herêmê bê paqijkirin.
Karatepe behsa xebatên nûkirin û termîrata mizgeftan kir û wiha axivî: "Mizgefta Tekkeyê înşallah wê di meha tîrmehê de bê vekirin. Mizgefta Çalikê jî li gor daxuyaniya Hakan Çavuşogluyê Alîkarê Serokwezîrê me înşallah di demeke kin de bi îhaleyê va bê nûkirin û ji bo xizmetê bide gel wê bê vekirin."