Alîkara Serokê Giştî ya AK Partiyê Oznur Çalikê di serdana xwe ya li Cemiyeta Rojnameger û Televîzyongeran de daxuyanî da rojnamegeran û got ku dewletê ne tenê li Dêrsimê, li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê jî zilm û zordarî kir û ew ji bo van zilman jî lêborînê dixwaze.
Çalikê li ser pirsa "We duh ji ber bûyerên Dêrsimê lêborîn xwestibû. Gelo we ev lêborîn li ser navê partiya xwe xwest an na?" wiha got:
"Min çawa ku ji ber bûyerên Dêrsimê lêborîn xwest, ez wisa jî ji ber zilma ku dewletê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê anî serê kurdan jî ji kurdan lêborînê dixwazim. Ez vê yekê wek rayedarekî AK Partiyê dibêjim. Li herêmê berê bi navê tevdîrên ewlehiyê zilm û zordariyeke mezin anîn serê kurdan, pîsiyê heywanan bi wan dan xwarin. Em îro tenê behsa van yekan dikin û tiştên ku anîn serê wan nahesibînin. Mafê tu kesî tuneye tiştên ku berê anîne serê kurdan nehesibînin û tune bikin. Em dixwazin paşeroja xwe li ser duh û îro ava bikin. Ez wek welatiya Komara Tirkiyeyê wisa difikirim ku divê em li ser zilm û zordariya ku çêbûye dersê derxin. Divê em ji bûyerên Dêrsimê, ji zilm û zordariya Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ders derbixin."
Çalik bal kişand li ser pêvajoya çareseriyê jî û wiha got: "Em li hemû Tirkiyeyê digerin. Em li Behra Reş, Başûrê Rojhilat û Rojhilatê Anadoluyê geriyan û hemû welatiyên me wiha dibêjin; 'divê pêvajoya çareseriyê bidome'. Kurd ji tirkan, tirk ji kurdan, elewî ji suniyan, sunî ji elewiyan an jî misilman ji yên ne misilman çêtir û pêşvetir nîne. Divê bi awayekî teqez şerê birayan bi dawî be. Em ji rêxistinên civaka sivîl û welatiyên xwe vê yekê dixwazin."
Alîkara Serokê Giştî ya AK Partiyê Çalikê duh daxuyanî dabû û wiha gotibû: "Em ji ber zilm û komkujiya ku li Dêrsimê hat kirin, ji her kesî, ji hemû elewiyan û ji welatiyên xwe yên ji Dêrsimê cardin lêborînê dixwazin."