Muhammet Kurşun
01 Îlon 2017•Rojanekirin: 01 Îlon 2017
KAHRAMANMARAŞ
Di kolînên arkeolojîk ên Girikê Domuztepeya Mereşê de morên aîdî 8 hezar sal berê yên lîderan ku ji axa sorkirî hatine çêkirin peyda bûn.
Di Girikê nêzîkî Taxa Kelibişlera Pazarcikê de, kolînên arkeolojîk yên bi kordîneya Midûriya Muzeyê ji aliye Mamosteyê Zanîngehê Doç. Dr Halil Tekin tên kirin ji 2015an vir ve bi biryara Lijneya Wezîran didomin.

Di kolînên îsal de qabên bi motîfa "dara jiyanê" ya dibe wek Dara Noelê ku di alema xrîstiyanan de muhîm e û "amûrê bîz" ku di xebatên çermvaniyê de tê emilandin hatin dîtin.

Tekîn bo peyamnêrê AAyê diyar kir ku niha jî morên muhîm yên ku ji axa sorkirî hatine çêkirin peyda kirine. Tekîn anî ziman ku di kolînan de 4 morên ku ji kevir û axa sorkirî hatine çêkirin dîtine û wiha axivî:

"Dema em li motîfên ser moran dinêrin, ji mulkiyeta takekesî zêdetir îşaretên mulkiyeta civakî dikin. Lewra yên li ser wan geometrik in. Dema em ji aliyê arkeolojîk ve mêze bikin motîfên geometrîk mulkiyeta civakî nîşan didin. "