GAZİANTEP
Sûriyî ku ji welatên xwe reviyan û hatin Tirkiyeyê, niha di konebajarê li navçeya Îslahiyeyê dijîn. Sûriyî nimêja cejnê di mizgefta konebajarê de, ji welatê xwe dûr kirin. Hinek kesên cemaetê ji ber qerebalixê li derve nimêj kirin.
Beriya nimêja cejna tekbîr anîn, dia kirin. Abdûrrezzak Xalaf nimêja cejnê da kirin û piştre der barê yekitiyê de xutbeyek da. Xalafî got ku hemû bawermend bira ne û piştî nimêjê cejna cemaetê pîroz kir.
Muhamed Husrum 16 meh beriya niha ji Îdlîba Sûriyê bi malbata xwe hat konebajara Îslahiyeyê. Husrum got ku cejna ji welêt dûr zehf zor e, înşelah dê rojek ev zilm biqede û rojên xweş bên.
Sûriyên li konebajarê Nîzîpê jî piştî nimêja cejnê dia kirin. Hin Sûriyî wextê ku ji bo Sûriyê dia hatkirin, nekarîne xwe û giriyan.
Parlementerê Ak Partiyê yê Gazîantepê Alî Şahîn û Qeymeqamê Nîzîpê Yaşar Karadenîz jî nimêja cejnê bi penaberan re kir.
Şanliurfa
Sûriyiyên li Akçakaleyê jî li konebajarê Sûleyman Şahê nimêja cejnê kirin û ji bo ku dawî li pevçûnên li Sûriyê bê, dia kirin.
Kahramanmaraş
Sûriyî nimêja cejnê di baxçeyê Nexweşxaneya Sahrayê de kirin û bi ziyaretên konan cejna hev pîroz kirin.
Sureyya Hammîdo daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar ku ji şerê Sûriyê reviya û zar û zêçên xwe jî li wir hiştin û bi tenê serê xwe hat Tirkiyê. Sureyya got ku ez ê çawa cejnê bikim, ma çiyê min heye, her tiştê min çû. Bombe barandin xaniyên me, zarokên min kuştin, min zarokên xwe yên din jî li wir hiştin û bi tenê serê xwe hatim Tirkiyê. Sureya ji bo ku penaberiya wan qebûl kir spasiya Tirkiyê kir û got ku înşelah ev şer dê biqede û ez ê jî vegerim li cem zarokên xwe û em di nav aştiyê de bijîn.
Welîd El- Hacc jî got ku ji welêt dûr bi remezanê jî nehesiyan.
Kîlîs
14 hezar Sûriyên li konteynirên li Kîlîsê ji ber ku cejneke din jî ji welatê xwe dûr diborînin xemgîn bûn. Sûriyî piştî nimêja cejnê ya li Mizgefta Şamê, dia kirin ku dawî li şerê li welatê wan bê. Di xutbeyê de hat gotin daxwaza wan ew e ku îqtîdara Beşar Esed hilweşe û Sûrî azad bibe.
Nazim Bîstamî di daxuyaniya xwe de diyar kir ji ber ku di cejnê de ji welatê xwe dûr in, xemgîn in û got ku li welatê wan cejn xweştir e. Ji ber ku em li vir ji xizmên xwe dûr in, tu tama cejnê tuneye û tenê ji ber ku cejn e, em şad dibin.