Haydar Şahin
05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 06 Nîsan 2018
İSTANBUL
Pirtûka "Muhabîr" a ku bi destê Ajansa Anadoluyê (AA) hat amadekirin li Beşa Rojnamevaniyê ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Stenbol Medîpolê wekî pirtûka dersê tê bikaranîn.
AAyê li gor rojnamevaniya kevneşopî û hêviyên xwendekarên medyaya teze pirtûka Muhabîrê amade kir û pirtûk ji bo xwendekarên Beşa Rojnamevaniyê bû çavkanî.
Doç. Yusuf Ozkirê Serokê Beşa Rojnamevaniyê ya Fakulteya Ragihandinê di daxuyaniya xwe da got dema pirtûk derket demildest sitand û li ser lêkolîn kir.
Ozkir got ji ber ku naveroka pirtûkê dewlemend e û biqalîte ye ji xwendekarên xwe ra pêşniyaz kir û wiha axivî: "Di rojnamevaniyê da dîzayna peyamê zehf girîng e. Ev pirtûka AAyê weşand bi kurtasî nîşan dide ku peyam çawa tê dîzaynkirin, divê peyam çawa were dayîn."
Ozkir diyar kir ku di pirtûkê da cî dane dîroka rojnamevaniyê ya li Tirkiye û dinyayê û tê da qala tecrûbeya nûçegihanan dikin.
Doç. Ozkir destnîşan kir ku di pirtûkê da ji bo xwendekaran agahiyên pratîk hene û wiha pê da çû: "Xwendekarên ku dixwazin li qadê bixebitin û yên ku dixwazin teoriya vî karî hîn bibin dibê ji vê pirtûkê îstifade bikin. Ji ber vê em jî vê pirtûkê tewsiyeyî xwendekarên xwe dikin. Em ê dersên xwe li gor vê pirtûkê bidomînin."
Ozkir got ku ev pirtûka bi awayekê baş mijara rojnamevaniyê dinirxîne, AA di mijara weşangeriya taybet û kamuyê da zehf girîng e, ji bo vê jî mînaka herî baş weşana li ser Efrînê ye.