05 Nîsan 2018•Rojanekirin: 05 Nîsan 2018
ANKARA
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku di operasyonên li dorbera Pulumura Tûnceliyê hatin kirin da tevî qaşo berpirsyarê qada Erziromê ku di kategoriya lîsteya sor ya terorîstan da cî digirt 7 endamên rêxistinê hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Navxweyî da der barê operasyonên li dorbera Pulumura navçeya Tûnceliyê hatin kirin da agahî hat dayîn.
Hat diyarkirin ku di operasyonan da 7 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Li gor agahiyan di nav endamên hatin berterefkirin da Medenî Sayilganê bi nasnavê "Panzer Kemal" qaşo berpirsyarê qada Erziromê ku di kategoriya lîsteya sor ya terorîstan da cî digirt jî heye.