19 Gulan 2016•Rojanekirin: 20 Gulan 2016
ANKARA
Di AK Partiyê da piştî ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu biryar da ku dev ji seroktiyê berde Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Bînalî Yildirim ji seroktiyê namzed hat nîşandan. Yildirim 11 salan bi serkeftî wezîrtî kir.
Yildirim demeke dirêj Wezîrtiya Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê kir û îmze avête karên ku 255 milyar lireyî digirin. Yildirim îmze avête gelek projeyên mezin ên wek tirêna bilez, Marmaray, Tunêla Avrasyayê, Pireya 3yan a Stenbolê, Rêbeja Stenbol-Îzmirê û Pireya Korfeza Îzmitê. Gelek pirojeyên ku AK Partiyê bi slogana "Xeyal bû nika çêbû"yê va reqlama van kirin bi destê Yildirim hatin çêkirin.
Di dema Yildirim da 24 hezar û 280 kîlometre rêya parvekirî hat çêkirin, hejmara balafirgehan ji 26an gihîşte 55an, hejmara rêwiyên teyareyan ji 34,4 milyonî gihîşte 182 milyonî.
Yildirim di 2ê berfanbara 1955an da li Kayiya gundê Refahiyeya navçeya Ezirganê hat dinê. Diya wî Bahar xanim bavê wî Dursun beg e û ji 7 zaran zarê 2yan e. Bînalî Yildirim dema ku 16 salî bû diya wî di 38 salî ya xwe da mir. Di zarokatiyê da zewqa Yildirim a herî mezin ew bû ku xwe li mêrgan dirêj bike û li teyareyan mêze bike. Wê çaxê digot "gelo ezê jî rojekê li wan siyar bim, firîn gelo çito ye?"
Ji bo ku li zeviyê aliyê wî bike gelek caran bavê wî ew ji xwedingehê hildida dibire zeviyê. mamosteyê Yildirim digot "Dursun beg ev geda rind dixwîne. Dest nedê bira ji xwe ra bixwîne. Ji dersê dernexe". Li ser vê bavê wî ji bo ku Yildirim bixwîne şande Stenbolê cem kalikê wî.
Yildirim di sala 1970ê da Dibistana Navîn a Pîrî Reîsê, di sala 1973yan da jî Lîseya Kasimpaşayê qedand. Malbata wî dixwest ku bibe doxtor lê belê di dilê Yildirim da endezyariya makîneyan hebû. Yildirim li Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê ketibû dorê ku xwe qeydî beşa Endazyariya Makîneyê bike, tam dor hatibû wî lê qeyd tijî bibû. Mamostekî rewşa wî ferq kir û jê ra got ku bira here xwe qeydî Fakulteya Zanistên Înşa û Behrê bike lewra dersên herdu beşan wek hevdu ne. Li ser vê Yildirim xwe qeydî wê derê kir.
Piştî mezuniyetê Yildirim li heman fakulteyê dest bi lîsansa bilind kir. Yildirim di sala 1975an da bi Semîha xanima mamoste ra zewicî.
Ji vê zewacê 3 zarên bi navê Bulent, Erkam û Buşrayê çêbûn. Yildirim di sala 1980-81î da wek serbazê cîgir ê behrê leşkeriya xwe kir.
Yildirim ji sala 1978an hetanî sala 1993yan di Midûriyeta Gişkî ya Sanayiya Keştiyan a Tirkiyeyê da di gelek qedemeyan da xebitî.
Dema ku li vê derê dixebitî bi Serokomar Erdogan ra nasiya xwe da hev. Erdogan dema ku bû Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Yildirim wek Midûrê Gişkî yê Karûbarên Otobêsên Behrê tayîn kir.
Yildirim ji sala 1994an hetanî sala 2000î eva wezîfeya kir, ji ber ku tevkarî da tûrîzmê Kuluba SKALê ya navneteweyî Xelata Qaliteyê da wî.
Yildirim bi Erdogan ra di damezrandina AK Partiyê da cî girt, di hilbijartina 3ê mijdara 2002yan da bû parlementerê Stenbolê yê AK Partiyê û Wezîrê Gihandinê.
Yildirim di hikûmetên 58, 59, 60, 61, 62 û 64an da bi tevahî 11 salan Wezîrtiya Gihandinê kir. Di dîroka komarê da herî dirêj Yildirim Wezrtiya Gihandinê kir.
Yildirim îngilîzî baş dizane.