Wezîr Elvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku welatî bi kelecan li hêviya vekirina Trêna Bilez a Stenbol-Enqereyê ne û ew jî ji bo ku xet bê vekirin bi şev û bi roj dixebitin. Elvan diyar kir ku hemû ajotinên ceribandinê bi serkeftî bi dawî bûn û wiha got: "Niha tu astengek li pêşiya vekirina xeta Trêna Bilez a Stenbol-Enqereyê nemaye, Xwedê hez bike em ê di 11ê tîrmehê de xeta xwe vekin."
Hat ragihandin ku merasima vekirinê dibe ku li gor bernameya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan rojekê yan jî du rojan biguhere.
- Di 3 saet û nîvan de dê ji Stenbolê herin Enqereyê
Dirêjahiya xeta Trêna Bilez a Stenbol-Enqereyê 533 kîlomêtro ye, 245 kîlomêtroyê xetê di sala 2009an de hatibû qedandin û tîran di navbera Eskîşehîr û Enqereyê de dixebitî. Gava ku xet bi tevahî vebe wê çaxê welatî dê di 3 saet û nîvan de ji Stenbolê herin Enqereyê.
Li ser rêya Trêna Bilez a Stenbol-Enqereyê dê 9 rawestgeh hebin. Rawestgehên xetê wiha ne: Polatli, Eskîşehîr, Bozuyuk, Bîlecîk, Pamukova, Sapanca, Îzmît, Gebze û Pendîk.